27 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2019
Daîreya 2yemîn a Lijneya Dadger û Dozgeran ji ber îdiaya ku îltisak, îrtibat û minasebeta wan bi Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ra heye 18 dadger û dozger ji wezîfeyê dûr xistin.
Hat ragihandin ku biryar di çarçoveya xebatên ku bi destê Lijneya Giştî ya Dadger û Dozgeran hatin kirin da hat dayîn.
Hat gotin ku ji bo lêpirsîna van dadger û dozgeran mifetişên Lijneya Dadger û Dozgeran hatin wezîfedarkirin, Daîreya 2yemîn a Lijneya Dadger û Dozgeran jî heta ku lêpirsîn temam bibe ev 18 dadger û dozger ji bo demeke berwext ji wezîfeyê dûr xistin.
Piştî kutabûna rapora mifetişan biryar wê were dayîn bê ka ev dadger û dozger wê ji wezîfeyê werin îxrackirin yan na.