27 Îlon 2016•Rojanekirin: 28 Îlon 2016
ANKARA
Li gorî agahiyê, ji 141 personelê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) yên ku piştî 15ê Tîrmehê hewldana derbeyê, bi hinceta ku peywendiya wan bi FETO ra heye, ji kar hatibûn dûrxistin, jê lêpirsîna der barê 100 kesî da temam bû.
Ji perseonelê dûrxistî jê 100 kesên ku lêpirsîna der heqê wan da temam bû, 87 jê di çarçoveya 667 Biryarnameya di Hukmê Qanûnê da ji peywira qamûyê hatin dûrxistin. Ev 87 kesên ku ji karmendiyê hatin qewirandin dê nikaribin di dezgeheke din a dewletê da bixebitin.
Der heqê 52 kesî da dosyeya gilîdariyê hat amadekirin
Der heqê 52 personelê îxrackirî da jî dosyeya gilîdariyê hat amadekirin û radestî dozgeriyê hat kirin.
- Lêpirsîna 41 kesî berdewam e
Hat ragihandin ku lêpirsîna der barê 41 personelî da jî dê di kurtedemekê da kuta be.
Di çarçoveya lêpirsînên ku li MÎTê berdewam in da, 141 kesên ku peywendiya wan bi FETO ra hatibû tespîtkirin, piştî 15ê Tîrmehê hewldana derbeyê ji kar hatibûn dûrxistin.