31 Adar 2016•Rojanekirin: 01 Nîsan 2016
ANKARA
Lijneya Disiplînê ya Yekîtiya Atletîzma Tirkiyeyê (TAF), di lêkolînên pêdaçûna rabirdûyê da, 2 sal cezayê menkirinê da da atlêta millî Elvan Abeylegesseyê ku di nimûneyên wê yê Şampiyonaya Cîhanê ya 2007an da maddeya qedexe hat tespîtkirin.
Yekîtiya Federasyonên Atlêtîzmê ya Navneteweyî (IAAF), di dema Şampiyonaya Cihanê ya 2007an da, ku li bajarê Osakaya Japonyayê birêveçû, bi sedema ku ji nimûneyên wê maddeyên qedexekirî derketibû, daxwaza bergiriyê ji Elvan Abeylegesseya atlêta millî kiribû.
Lijneya Disiplînê ya TAFê di encamê da bi sedema ku îxlala mercê ya dopîngê kiribû 2 sal cezayê menkirinê da Elvan Abeylegesseyê.
Menajêrê atletê Onder Ozbilen ji nûçegihanê AAyê ra got, "Ev biryar bi temamî bi cehaletî hatiye dayîn. Lijneya Disiplînê ya TAFê biryareke dijî hiqûqê daye."
Ozbilen anî ziman ku maddeya qedexekirî di Elvanê da nehatiye tesbîtkirin û got, "Ev biryar biryareke şîroveyî ye û IAAF şaşiyê dike."