ÎSTANBUL
Serokê Federasyona Gulaşê yê Tirkiyê Hamza Yerlîkaya got ku di Gulaşên Kirkpinarê yên 652mîn ya Dîrokî de Alî Gûrbûzê ku bûye serekpêlewan jî tê de hat tesbîtkirin 19 pêlewanan madeya dopîngê bi kar aniye.
Yerlîkaya li Sariyerê Navenda Perwerdeyê ya Kampa Ahmedê Mersînî civîneke çapemeniyê li dar xist. Yerlîkaya diyar kir ku ew ji bo dopîngê têkoşînê didin û ew li gor Midûriyeta Giştî ya Sporê, Komîteya Olîmpiyata Neteweyî ya Tirkiyê û Ajansa Antîdopîng ya Dinyayê tevdigerin. Yerlîkaya wiha got:
"Îro çend encamên nimûneyan hatin ber destê me. Beriya Gulaşên Kirkpinarê yên 652mîn ya Dîrokî û li dû wê re jî hîn nimûne hatin hildan. Di encamê de di 19 pêlewanan de madeya dopîngê hat tespîtkirin. Di nimûneyên Mustafa Gungor, Bîlal Kivrak, Suleyman Aykiri, Ahmet Selbest, Murat Aydogdu, Alî Altun, Cemalî Kûçûkgûçlû, Mustafa Seçîm, Kûrşat Şevkî Korkmaz, Mustafa Olmez, Ozer Ay, Serhan Gokmen, Gokhan Arici, Sermest Bulut, Bekîr Seçîm, Kazim San, Sînan Kaya, Abdullah Kaçmazoglu û Alî Gûrbûz de madeyên dopîngê hat tespîtkirin. Ji îro pê de ne mimkûne ku ew beşdarî çalakiyeke werzîşê bibin. Ewê sewqî Lijneya Dîsiplînê bibin. Lijneyê di demeke nêz de cezayên wan diyar bike."
Yerlîkaya diyar kir ku nimûneyên gulaşvanên ku li pêşbirkên navneteweyî de gulaşê digrin paqij derketine.