KABUL
Li Efganistanê operasyon birin ser talibanê û di encama operasyonan de 35 hatin kuştin, 18 milîtan jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya ku Wezareta Karên Derve wiha hat gotin, di serdema dawîn de operasyonên li dijî talibanê zêde bûn û ji ber vê yekê hêzên efgan dest bi operasyonên berfirehtir kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de li bajarê Nangarhar, Belh, Kandahar, Wardak, Paktiya, Helmand û Kapîsayê operasyon hatin kirin û di operasyonan de 35 endamên talibanê mirin, 18 milîtan jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di operasyonan de gelek çek û teqemenî hatin bidestxistin, du milîtan hatin girtin û 4 bombeyên ku milîtanên talibanê li bajarê Farah û Heratê binerd kiribû hatin îmhakirin.
Niha li 14 bajarên Efganistanê di navbera hêzên efgan û taliban de şer berdewam dike. Ji ber pevçûnan gelek kes mecbûr man ku ji herêmê koç bikin.