ÎSTANBUL
Li Avcilara Stenbolê serbuhireke li ser rêya D-100ê tep bû. Li gor agahiyên ewil di qezayê de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên Midûriyeta Tenduristiyê yên Stenbolê daxuyandin ku tankêrek li serbuhirê qelibî û ji ber vê serbuhir tep bû.
Rayedaran got ku piştî qezayê gelek ambulans, agirkuj û tîmên tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin.
Hat ragihandin ku li gor agahiyên ewil di qezayê de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dr. Sadî Konuk a Bakirkoyê.