DIYARBEKIR
Hat diyarkirin ku di 10 salên dawî de 45 hezar û 945 jin xwe sipartine mêvanxaneyên jinan ên ku di bin banê Wezerata Malbat û Polîtîkayên Civakî de dixebitin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin ji 125 mêvanxaneyên jinan ên li Tirkiyeyê 90 hebê wan girêdayî Wezerata Malbat û Polîtîkayên Civakî, 32yê wan girêdayî şaredariyan û 3 heb jî girêdayî saziyên sivîl ên civakî nin. Jinên ku rastî destdirêjî û tundiyê tên serî li van saziyan didin. Ev sazî jî di hêla ewlehî, aborî, şêwirdarî, rê nîşandan, derûnî, hiqûqî, tibbî û aboriyê de alîkariyê didin jinan. Her wiha hin jinan jî ji bo ku bibin xwedî kar perwerde dikin û ji bo zarokên wan jî xebatên wek werzîş, huner û civakî li dar dixin.
Li 90 mêvanxaneyên jinan ên ku di bin banê Wezerata Malbat û Polîtîkayên Civakî de, par alîkarî dan 8 hezar û 51 jinan. Derket holê ku di 10 salên dawî de 45 hezar û 945 jin xwe sipartine mêvanxaneyan.