BERLÎN
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi hin nûnerên saziyên civakî yên sivîl (SCS) ên tirk ên ku xebatên xwe li Almanya û Hollandayê berdewam dikin û bi Gamze Yagara ku nexweşiya progerîeyê (14) pê re heye re hevdîtin kir.
Hevdîtina Serokwezîr Erdogan a li Otêla Berlîn Rîtz Cartonê bi qasî 2 saet û nîvan berdewam kir.
Yagara ya ku zaroka malbateke kayseriyî ye û li Almanyayê dijî, salnameya 2014an a ku ji wêneyên ku wê bixwe çêkiribû pêk tê diyariyî Serokwezîr Erdogan kir.
Yagarê ji Serokwezîr xwest ku li Tirkiyeyê bila bi kesên wekî wê nexweş re bê bal hev û Serokwezîr jî bersiveke erênî dayê.
Progerîe di nav gel de wekî nexweşiya zû pîrbûnê tê zanîn. Li cîhanê 40 kesên din ên wekî Gamzeyê nexweşa progerîeyê hene. Ji van 2 kes li Tirkiyeyê dijîn.