06 Nîsan 2016•Rojanekirin: 07 Nîsan 2016
ANKARA
Serokomar Erdogan, bi mebesta 96emîn salvegera AAyê peyameke pîrozbahiyê ji Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê AAyê Şenol Kazanci ra şand.
Erdogan di peyama xwe da destnîşan kir ku Ajansa Anadoluyê tevî îmkan û derfetên sînordarê dema Têkoşîna Neteweyî bi fermana Mustafa Kemal hatiye avakirin û bûye piştevanê serkeftinê di têkoşîna îstîqlalê da û heta nuha jî dengê berxwedaneke mezin ya xebatên serkeftî ye.
Serokomar peyama xwe wiha domand:
"Ajansa me ya neteweyî, ji dema avabûna wê va, heta nuha çi bi kadroya xwe û çi bi ekîpmanên xwe, pêşketine mezin kiriye. Di warê nûçegihaniyê da her dem bûye navnîşaneke sereke û çavkaniya nûçeyên ewledar. Îro ne tenê li welatê me, li cîhanê di nav ajansên yekemîn da ye. Nûçeyên ku bi 11 zimanan servîs dike bihêzbûna xwe ya navneteweyî destnîşan dike. Ked û xebatên karmendê Ajansa Anadoluyê jî ku li hemî cihekî cîhanê, di qadên pevçûnan û yên herî metirsîdar erka xwe nûçegihaniyê bi cih tînin hêjayê pîrozbahiyê ye."
Erdogan herwiha awatên xwe ji AAyê ra anîn ziman got, "Ji dil û can ez bawer im ku ajansa me ya neteweyî, çawa ku heta îro xebatên serkeftî kirine, ji îro pê da jî wê bike. Bi munasebeta salvegera wê, hemî karmendên Ajansa Anadoluyê pîroz dikim û ji dil û can silavên xwe digihînim wan."