YOZGAT
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag diyar kir ku AK Partî hêza xwe ne ji sermaye, manşetên rojnameyan û qanalên televîzyonê digre, berevajî hêza xwe rasterast ji gel digre. Bozdag got:
"Ji ber vê jî, xwe xapandin. Ketin nav xeletiyeke mezin. Wan nezanî em hêza xwe ji gel digrin û bi operasyonan hatin ser me. Ger em bi operasyonan biban îktîdar, wê demê rast bû, em ê jî bi operasyonan biçûna lê em bi hêz û îradeya gel hatin û encax em wisa jî biçin."
Bozdag li Yozgatê, beşdarî Civîna Îstîşareyê ya AK Partiyê bû û li vir axiftinek kir. Bozdag di axiftina xwe de diyar kir ku bi operasyon, manşetên rojnameyan, bêbextiyan û nûçeyên derew tên ser AK Partiyê lê bila bizanin ku teqez serkeftî nabin. Lewra AK Partî hêza xwe ji gel digre.