Wezîrê Dadê Bekir Bozdag der barê rexneyên li hemberî pêvajoya çareseriyê tê kirin û îdiayên ku dibêjin hikûmet li dijî êrîşên terorî bê deng dimîne de diyar kir ku ev gotin ne rastin û wan îdayan qebûl nakin.
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag di Komîsyona Dadê ya Meclisê de bersiv da rexneyên parlamenterên partiyên muxalefetê.
Bozdag der heqê rexneyên ku dibêjin hikûmet li hemberî êrîşên terorî tu tiştekî nake de eşkere kir ku van gotinan red dikin û ev îdia ne rastin. Wezîrê Dadê diyar kir ku li her derê Tirkiyeyê xwedî li pergala kamûyê derdikevin û wezîfeya hukumetê jî ev e. Bozdag wiha dewam kir: "Li çar aliyê Tirkiyeyê civîn tên kirin û çalakî tên lidarxistin. Em her gav ji bo van yekan qanûn çi emir dike wî dikin û li gor wî tevdigerin. Li hin bajarên herêma Başûrê Rojhilatê Anadolûyê û Rojhilatê Anadolûyê der heqê wan îdiayan de qanûn çi emir dike em wî dikin û hêzên ewlehiyê di wê çarçoveyê de mudaxaleyê dikin û bersûcên ku tên qefaltin teslîmî dozgeriyê dikin. Di bûyerên dawîn ên ku bi hinceta Kobanêyê hatin kirin de ji hezarî zêdetir kes hatin qefaltin û ji 500 î jî zêdetir kes hatin binçavkirin."
Bozdag got ku wan ji HDPê re got ku pêvajoya çareseriyê bila wek azadiya sûckirinê neyê fehm kirin û di vê mijarê de hişyarî dan wan û wiha pê de çû: Di aliyekî de pêvajoya çareseriyê hebe û di aliyê din de jî ev yek wek azadiya sûckirinê bê fehm kirin, ev nabe. Bila li qisûrê nenêrin lê ev ne perçeyekî pêvajoya çareseriyê ye. Hiqûq her tim li hemberî binpêkirina pergala kamûyê ye."