ŞAM / HELEB
Hat ragihandin ku li Sûriyeyê hêzên Beşşar Esed li bajarên cur bi cur ji hewayê û bejayê êrîşê cihên di bin kontrola muxalifan de kir, di êrîşê de 89 kes mirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) daxuyaniyek da û diyar kir hêzên rejimê ji hewayê û bejayê êrîş birin ser cihên di bin kontrola dijberên birêvebiriyê de. Dan zanîn ku di encama êrîşê de li Helebê 42, li banliyoyên paytext Şamê 13, li Derayê 5, Hama, Lazqiye û Deyrû'z Zorê kesek bi tevahî 63 kes mirin.
Hat gotin ku ji kesên ku mirin 5 jê zarok û 4 jî jê jin in, hat destnîşankirin ku kesek li navenda girtiyan a rejimê ji ber êşkenceyê mir.
Di vê navberê de Komîteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê (LCC) jî eşkere kir ku balafirên şer ên koalîsyona di bin serkêşiya DYAyê de êrîş birin ser navendên DAEŞa rêxistina terorê yên li Taxa Nîşwaya ku dikeve başûrê Hesekêyê.
-Li Menbîcê 26 sivîl hatin kuştin
Balafirên şer ên artêşa Sûriyeyê ji hewayê êrîş bir ser navçeya Menbîcê ya ku dikeve bakurê rojhilatê Helebê û di bin kontrola DAEŞê de ye. Dan zanîn ku di êrîşê de 26 sivîl mirin.
Konseya Şoreşa Giştî ya Sûriyeyê ya ku ji rêxistinên muxalif berpirsyar e daxuyaniyek da û diyar kir ku balafirên şer ên artêşê li Menbîcê êrîşî gelek cihên ku ji dehan zêdetir in kir.
Dan zanîn ku di êrîşan de jin û zarok jî di nav de 26 kes mirin û dehan kes jî birîndar bûn û wiha hat gotin: "Balafirên şer ên artêşê li Menbîcê êrîşî parkekê û avahiyên maliyeyê, nêzî Mizgefta Xêrê ya li Kolana Postaxaneyê, avahiya ewlehiya siyasî û sûkên li navçeyê kir. Kesên ku di êrîşa hewayê ya rejimê de mirin hemû sivîl bûn."