ŞANLIURFA
Hat ragihandin ku hejmara kesên ku di êrîşa Sirûca navçeya Rihayê de mirin derkete 32an.
Li gor agahiyan hejmara kesên ku di êrîşa terorê ya Navenda Çandê ya Amarayê de mirin zêde bû. Ji birîndaran kesekî din jî mir û hejmar bû 32.
Birîndar li nexweşxaneyên Riha, Gazîanteb, Diyarbekir û Meletiyê tên tedawîkirin.
- Birîndarek hat cihê bûyerê
Birîndarê ku hat eşkerekirin navê wî "Efe" ye û xwendekarê Fakulteya Agahiyên Siyasal a Zanîngeha Stenbolê ye bi alîkariya hevalên xwe hat cihê bûyera ku lê birîndar bûye.
Efe li vir daxuyanî da rojnamevanan û wiha axivî: "Ewil min zen kir ku teqîn di hundir de çêbû. Lê dema ku min li pişt xwe nihêrî û dît ku hevalên min perçe perçe bûne, min fêm kir ku teqîn li vir çêbûye. Min hewl da ku ez bi çîpa xwe ya birîndar ve ji cihê bûyerê birevim."
Efe xwest ku yên ku ev êrîş kirine bên dîtin.