Parlemantera Serbixwe ya Vanê Aysel Tugluk li Mêvanxaneya Şaredariya Mezin ya Diyarbekirê civîneke çapemeniyê li dar xist û got ku bi komekê re dê biçe Hewlêrê û ji wir jî derbasî Sûriyeyê bibin. Tuglukê got ji bo ku teqînên li Hewlêrê şermezar bikin dê li Hewlêrê bikevin nav têkiliyan û ji wir jî derbasî rojava bibin û hevserokên PYDê, rêxistinên saziyên sivîl û saziyên jinan ziyaret bikin. Em ê çavdêriyên xwe wekî rapor binivîsin û di vegerê de eşkere bikin.
- "Em dixwazin ku aştî bi ser bikeve"
Tuglukê pirsên rojnamevanan yên der barê pakêta demokratîkbûnê de bersivand û diyar kir ku daxuyaniyên ku ji hêla BDPê ve hatin dayîn, nêrînên hevpar yên partiyê ne.
Tuglukê got ku ev pakêt ne li gor cidiyeta pêvajoyê ye, ne li gor pêngavên dîrokî yên ku kurdan avêtibûn e û wiha axivî: "Heke pêvajo bi çareseriyê encam nebe dê em hemû têk biçin. Em naxwazin ku şer ser bikeve, em dixwazin ku aştî bi ser keve. Divê êdî bibînin ku pirsgirêka kurdan di heman demê de pirsgirêka statûyê û pirsgirêka parvekirina îqtidarê ye. Divê ji bo dayîna mafên bingehîn daxuyaniya vînekê derxin holê. Helbet em jî dizanin ku tu tişt nişka ve nabe, her tişt hewceyî bi demê ye. Lê divê vînek derkeve holê. Mixabin em vê yekê nabînin. Digotin ku ji sedî 20ê gerîlayan paş ve nekişiyan. Ez jî dibêjime Serokwezîr ku ew pakêta ku diyar kirin ne beramberî ji sedî 20an e jî. Divê zihniyeta dewletê biguhere. Divê pergala xwe ya dewletê, pergala îqtidarê de guherînên radîqal çêkin. Divê wek gel hebûna kurdan qebûl bikin."
- "Dirêjbûna pêvojoyê dibe ku bibe sedemê provakasyonan"
Tuglukê da zanîn ku pergala hevserokatiyê, qebûlkirina navên berê, rakirina qedexeyên tîpên qedexe, divê wek lutfekê neyê pêşkeşkirin, ew li hember wê ne ku vê wek lutfekê pêşkêş bikin û axaftina xwe wiha domand: "Herin gundekî Diyarbekirê, kesek navê tirkî yê wî gundî nabêje, her kes navê kurdî bi kar tîne. Gel jixwe ev yek dikir. Pergala hevserokatiyê hatibû qedexekirin, lê me bi têkoşîna xwe ew jî kir. Ev êdî tê wateya qebûlkirina vê rewşa fiîlî. Dirêjbûna pêvajoyê dibe ku bibe sedema provakasyonan. Heke em li rewşa rojhilata navîn binêrin em ê bibînin ku gelek hêz naxwazin ku pirsgirêk bê çareserkirin. Em vê pakêtê wek berdêla pêvajoyê nabînin û em wisa difikirin ku divê mutabaqata Îmraliyê jî bidin ber çav û pêkateke nû a ku tê de ji bo çareseriyê reformên radîqal hene bê amadekirin."
Tugluk li gel heyata ku li ba wê bû re bi rêya bejayiyê çû Hewlêrê.