SÎÎRT
Xwendekarên ku ji gundê Yellîceyê 26 kîlometre dimeşin û diçin bajaroka Kayabaglarê dest nîşan kirin ku dema diçin û tên rastî talûkeyan tên.
Mixtarê Gundê Yellîceyê Sîracettîn Atakûr jî anî ziman ku 7 xwendekarên diçin lîsê ku temenê wan di navbera 13 û 15yan de ye, 18 roj in peya diçin mekteban. Atakûr got ji ber ku temenê zarokan piçûk e û li rê rastî talûkeyan tên, nikarin bi rehetî biçin dîbîstanê.