Ahmet Aydın
22 Adar 2018•Rojanekirin: 23 Adar 2018
ANKARA
Sererkaniyê ragihand, "Balafira F-16 ya ku bi mebesta perwerdeyê li herêmê bû, li derdora Nevşehirê qirimeke qeza hate serê wê û personelek leşkerî şehîd ket."
Li gorî daxuyaniya ser malpera Sererkaniyê, balafira cengê ya tîpa F-16ê ku bi mebesta perwerdeyê seat derdora 18:30î de rabû, li derdora Gulşehîra navçeya Nevşehîrê, bi sedemeke ku hê nayê zanîn, bi qirimeke qeza, kete xwarê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku personeleke leşkerî şehîd ketiye û wiha hat gotin:
"Piştî bûyerê demildest xebatên rizgarkirinê hatin destpêkirin û di demeke kurt de enqaza balafirê û termê personelê me yî qehreman hat dîtin. Rehma Xwedê li şehîdê me be û serê malbata wî ya ezîz, Artêşa Tirkiyeyê û gelê Tirkî sax be."

Ekîbên cendirme, tendirustî û îtfaiyeyê ji cihê bûyerê re hat sewqkirin.