09 Sibat 2016•Rojanekirin: 09 Sibat 2016
HELEB
Hat ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Rûsyayê bombe barandin ser gundên li bakurê rojhilatê Îdliba bin kontrola muxalifan de ye û hat gotin ku di êrîşan de 15 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîl ên li Îdlibê ne hilda balafirên şer ên Rûsyayê êrîşî birin ser taxên et-Tîniye, Maret en-Nûman, Tel Minîs û Fîteyr a girêdayî bajaroka Serakê.
Hat ragihandin li gundên rastî êrîşê hatin 15 sivîl mirin û 17 kes jî birîndar bûn û ekîbên parastina sivîl jî li Tel Minîsê lêkolînê dikin ka gelo di bin xirbeyên xaniyên hilweşiyan de sivîl hene yan na?
Fîras Fahamê ji aktîvîstên medyaya herêmî ya li Maret el Nûmanê ye jî îdia kir ku balafirên ûrisan bombe barandin ser gundên ku mexdûrên ji Helebê reviyabûn û xwe spartibûnê.
Faham ragihand ku kesên ji şerê li Helebê direvin, diçin xwe dispêrin gundên li herêmên bakurê Îdlibê dimînin û wiha pê de çû: "Balafirên şer ên ûrisan di ser wan kesên ku ji şerê li Helebê reviyane û xwe spartine van gundan de bombeyan dibarînin. Ûris him li Helebê û him jî li Îdlibê êrîşî ser herêmên ku di bin kontrola muxalifan de ne dikin."