BATMAN
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş der barê bangewaziya çek danînê ya PKKyê de wiha got: "Em bawer in ku dê KCK çi hewce dike bi cih bîne; lewra ew di daxuyaniyên xwe de vê beyan dikin û di vê mijarê de tu fikarên me nînin."
Demirtaş beşdarî kongreya asayî ya partiya xwe bû. Kongre li Hêwana Sporê ya Atatirkê ya Batmanê hat kirin.
Demirtaş got ku duh hikûmet û Îmraliyê daxuyaniyên hevpar dan û piştî van daxuyaniyan hêvî û bendewariya civakê ya ji bo pêvajoya çareseriyê zêde bû.
Demirtaş got ku piştî bangewaziya çekdanînê ya li PKKyê, pêvajoya çareseriyê gihaşt merhaleke cidî, krîtîk û bendewariyên civakê jî zêdetir bûn. Demirtaş destnîşan kir ku ev ji du beşan pêk tê.
Demirtaş got ku beşa ewil ev e ku hikûmet, di mijara demokratîkbûnê de dest bi mizakereyan bike û ya duduyan jî bangewaziya ji bo çekdanînê ye û wiha dewam kir: "Ev her du beş têkildar in."
Demirtaş wiha dewam kir:
"Ocalan, di mijara bangewaziya çekdanînê de semîmî ye. Em bawer in ku dê KCK jî bersiva vê bangewaziyê bide, lewra ji daxuyanî û beyanatên wan em vê fêm dikin.Tişta ku me dike nav fikaran tevgera AKPyê ye. Gelo dê berpirsiyariya xwe bi cih bîne an na? Lewra divê mijarê de em bi hikûmetê bawer nînin."
Demirtaş der heqê besteka ewlehiyê ya navxweyî de axivî û got ku bila hikûmet bestekê paş ve bikşîne û wiha dewam kir:
"Eksê vê be, em ê jî berxwedana xwe ya li parlamentoyê xurttir bikin û bidomînin. Em ji bo ku duh daxuyaniyeke wiha hat weşandin dev ji berxwedana xwe bernadin. Ji bo daxuyaniya ku duh hat kirin, hewce nîne ku em dev ji berxwedana xwe berdin. Heke vê bestekê paşve nekşînin em ê berxwedana xwe xurttir bikin û têkoşîna xwe ya li miclisê jî bidomînin. Em paş ve gav navêjin."
Demirtaş got ku ji bo ku siyaseta demokratîk xurttir bibe ew piştevaniya biryara çekdanînê dikin û wiha dewam kir: "Heke hikûmet berî hilbijartinê, ji bo pêvajoya çareserî û demokretîkbûnê bestekan derxe û bîne meclisê, em ê piştgirî bidin wan. Em ê her û her piştgiriyê bidin aştiyê û aştiyê nekin qurbana hilbijartina. Her wiha heke HDP ji sedî 15an deng bigre û bikeve parlamentoyê dê aştî jî pêk bê. Lê belê ku AKP xurt bibe dê aştî pêk neyê. Lewra ya ku biryara çekdanîna PKKyê bide HDP ye ne AKP ye. Bi saya me dê ji serê çiya vegerin. Heke em bi awayekî xurt bikevin parlementoyê dê ev hemû pêk bên."