Li Bazîda navçeya Agiriyê cesedê Ferhat Tanrikuluyê ku 3 roje xeber jê tune di hundirê sandoqekî de hat dîtin.
Tîmên Ewlekariyê yên Bazîdê li ser îxbarê dest bi xebatan kirin ku Ferhat Tanrikulu (28) bibînin.
Tîman li kuçeya Yaprakê ya li taxa Hurriyetê di maleke vala de lêkolîn kirin û dîtin ku cesedê tanrikulu di sandoqeke taybet de di odeya malê de hatiye çalkirin.
Piştî lêkolîna dozger cesedê Tanrikulu rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dogubayazitê.
Der barê bûyerê de 2 kes hatin binçavkirin.