Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Yildiz destnîşan kir ku jimara miriyên di kana Somayê de can dan derket 282yan û heta niha jî 217 cinaze teslîmî malbatên wan kirin.
Yildiz destnîşan kir ku dê di nav rojê de cinazeyan teslîmî malbatan bikin û wiha dewam kir:
"Heta niha malbatan sebir kir. Hin kesên din jî dixwazin tevlî xebatên lêgerîn û xilaskirinê bibin. Lê tîma me ya lêgerîn û xilaskirinê têrê dike. Ji ber daxwazên wiha qelebalix çêdibe û li ber xebatan astengî çêdibe."
-"Hêj negihiştine du blokan"
Yildiz diyar kir ku hêj negihiştine du blokan û wiha got: "Ji îro pê ve divê em baldartir bin, divê qelebalixa li vir venegere pêşandana. Em hemû birayên xwe yên karker derxin, piştî vê kî çi dike bila bike."
Wezîr Yildiz got ku çi diqewime ew bi awayekî vekirî bi gel re parve dikin û wiha pê de çû: "Em bawer in ku li 2 cihên ku em hê negihiştinê jî birayên me yên karker hene. Lêkolînên me jî ev texmîna me piştrast kir."
Yildiz li ser pirsa rojnamegerekî got ku di 12 saetên dawî de ji kanê tu kes sax nehatiye derxistin.
Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû jî got ku niha 27 kes li nexweşxaneyan tên tedawîkirin, kesên ku rewşa wan baş e dê piştî dermankirinê bên tabûrcîkirin.
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz, Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû û Ayşenûr Îslam piştî daxuyaniyê li ser kana komirê lêkolîn kirin.