BDPê ji bo ku têkoşîna bi gendeliyê re bê lêkolîn û rêxistinbûna dewleta paralel û dewleta kûr derxînin holê, xwest ku du Komîsyonên Lêkolînê yên Parlementoyê bên avakirin.
Cigîrserokê Koma BDPê Îdrîs Balûken civîna çapemeniyê li dar xist û der barê pêşnûmayên guherîna Destûrê û avakirina du Komîsyonên Lêkolînê yên Parlementoyê de agahî da.
Balûkan îdia kir ku ev operasyona ku di paşxaneya wê de berjewendiyên siyasî hene, di eslê xwe de operasyoneke "paqijiyê" nîne. Balûken diyar kir ku heke her cure bêusûlî û gendeliyê derxînin holê, divê operasyoneke berfireh ya paqijkirinê bê kirin. Balûken got ku "Hem helwesta hikûmetê ya ji bo veşartina gendeliyan, hem jî tevgera meqamên edlî yên operasyonan dikin, ji gendeliyê bêtir li gor berjewendiyên siyasî yê hin aliyên ku têkiliyê wan bi wan re hene, nêrîna ku dê li ser gendeliyan nesekinin xurtir dike."
Balûken got ku daraz bi salan cezaya hepsê dide zarokên ku peqlewe dizîn, lê li hember kesên ku dewletê dişelînin bê deng dîmîne, ev yek jî nişana wê ye ku li welat heq û edalet her ku diçe winda dibe. Balûken parast ku hewldana AK Partiyê ya ji bo mudaxeleya li ser pêvajoya lêpirsînê nêrîna civatî ya ku dibêje têkoşîna bi gendeliyê re bi awayekî şefaf nayê kirin, her ku diçe xurtir dike. Balûken got ku "Bûyera dawîn nîşan dide ku Hikûmeta AK Partiyê mijara gendeliyan vedişêre û hewl dide ku vê mijarê ji rojeva welêt derxîne."
Balûken destnîşan kir ku bi operasyonan re rastiyeke din a derket holê jî ev e ku rêxistinbûna dewleta paralel gihaye çi astê. Balûken destnîşan kir ku ev rêxistinbûna dewleta parelel duh çênebûye, divê hikûmet li hember dewleta parelel helwesteke micidtir, bi biryartir û pirsyarkertir nîşan bide.
Balûken got ku dadgehên rayetaybet rêxistina hiqûqa paralel a dewleta paralel e û got ku yê ku ev dadgehana damezrand û meriv tayînî van dadgehan kir dîsa hikûmet e. Balûken wiha axivî: "Destûra derbeyê, saziyên derbeyê, Qanûna Têkoşîna bi Terorê re, qanûnên ku rê didin hêzên ewlehiyê ku bê daraz înfazê bike, pirtûkçeya sor, giştînameyên MGKê, andiç, argumanên bingehin yên ku dihêle dewlet derkeve derveyî hiqûqê û biguhere bibe navendeke paralel. Di tevahiya van de piştgirî û hevkariya hikûmetê jî heye. Divê hikûmet vîneke mezin a siyasî nîşan bide û têkoşîneke baş bide destpêkirin. Bereksê vê diyar e ku ev alî dê ji bo sabotekirina pêvajoya aştî û çareseriyê, her cure provakasyonê bikin û hewl bidin ku welat ji nû ve bikeve nav pevçûnê. Divê hikûmet tu carî vê rêxistinê wekî rêxistineke dijî xwe nebîne. Ev alî dixwazin aştî, demokrasî û vîna gelan a bi hev re jiyîn têk here.
Em ji bo ku têkoşîna gendeliyê bi destê TBMMê bê kirin, dixwazin ku Komîsyona Lêkolînên Parlementoyê bê damezrandin. Pêşniyaza xwe ya ji bo guherîna Destûrê û rakirina destlênedana bijartiyên ku bi gendeliyê tên tawanbarkirin, pêşkêşî Serokatiya TBMMê dikin. Me pêşniyaza xwe ya ji bo damezrandina Komîsyona Lêkolîna Parlementoyê ya der barê derxistina dewleta paralel û dewleta kûr, pêşkeşî Serokatiya Parlementoyê kir.