ADANA
Belavkarê rojnameya Azadiya Welatê ya ku bi kurdî tê weşandin, bi demançeyê hat kuştin.
Li gor agahiyan, Kadrî Bagduyê (46) belavkarê rojnameyê yê ku li taxa Ovaya Seyhana navçeya Edeneyê bi bisqilêtê rojname belav dikir, bi destê kesekî bi motobisqilêt hat kuştin.
Bagduyê ku 4 gule lê ketin û birîndar bû, li nexweşxaneyê digel midaxeleyan mir.
Cinazeyê Bagdu rakirin Saziya Edlî Tipê ya Edeneyê.
Midûriyeta Ewlehiyê ya Edeneyê der barê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û wiha hat gotin: "Li gor agahiyên şahidan bûyera kuştinê bi destê kesekî ku nasnameya wî ne diyar e û bi motobisqilêt e pêk hatiye. Ji bo zelalkirina bûyerê hemû tîmên Midûriyeta Ewlehiyê ya Edeneyê bi kordîne dixebitin û seferber bûne."