DIYARBAKIR
Der barê mirina kesên ku li Diyarbekirê di çalakiyên Kobanêyê de hatin kuştin de hûrgilêyên balkêş derketin holê.
Di roja 4emîn a Cejna Qurbanê de Yasîn Boru (16), Hasan Gokgoz (26), Yusuf Er (18) û Huseyîn Dadak (19) ji bo ku goştên qurbanê yên komeleyekê belav bikin çûn semta Îskanevlerî ya li navçeya Baglarê.
Boru, Gokgoz, Er û Dadak li vir di çalakiyên ku ji bo êrîşên DÎŞIyê yên li Kobanêyê hatin kirin de rastî êrîşê hatin.
Ji 4 ciwanan 3 ciwan ji ber êrîşan xwe sipartin avahiyekê û êrîşkaran ew ji qata 3emîn a avahiyê avêtin xwarê.
Li ser cinazeyên ciwanan ku hat îdiakirin endamê DÎŞIyê ne êşkence hat kirin. Wesaîtekê di ser cinazeyê Boru de derbas kirin û serê Dakak jî hat pelçiqandin.
Malbatên ku zarokên wan hatin kuştin dixwazin ku bira kujer bên qefaltin.
- 2 roj bi şun de cinazeyê wî hat teşhiskirin
Malbata Boru 2 roj bi şun de ji cil û bergan û deqa di piyê wî de cinazeyê Boru teşhis kirin.
Hatîce Boruyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku kurê min ji bo goştê qurbanê belav bike derket derve.
Boruyê destnîşan kir ku li cinazeyê kurê wê jî êşkence hatiye kirin û ji avahiyê avêtine xwarê û wiha got: "Min bûyerê ji Yusuf Erê ku birîndar xilas bû hîn kir. Di kuçeyekê de pêşî li ber wan girtine. Ew jî revîne û xwe sipartine avahiyekê. Jina malê deng nekiriye, lê mêrê wê telefon kiriye û gotiye endamên DÎŞIyê li vir in. Êrîşkar hatine malê û ew dane ber guleyan û ew ji qata 3yan avêtine xwarê. Digel vê êşkence li cinazeyên wan kirine."
- "Gur jî li heywanan wisa nakin"
Fikrî Boru jî wiha got: "Bi awayekî hovane kurê min kuştin. Cinazeyê wî nedihat naskirin. Me ji deqa li piyê wî ew nas kir. Gur jî li heywanan wisa nakin. Bi behaneya Kobanêyê dixwazin Tirkiyeyê bikin wek Kobanêyê."
- "Bêbextî kirin û kurê min kuştin"
Mehtap Gokgozê destnîşan kir ku kurê wê goşt belav dikir û wiha axivî: "Kurê min şehîd kirin. Şikir ji Xwedê re. Di rêya Xwedê û pêxember û Quranê de bû. Bila ev kafir bizanibin ku em ji doza xwe venagerin. Bêbextî kirin û kurê min kuştin. Ez ji Demirtaş gilîdar im. Derdê we ne DÎŞIyê ye, em in."
Mehmet Gokgoz jî diyar kir ku kurê wî alîkariya kesên ji Kobanêyê hatibûn dikir û goştê qurbanê belavî êzdiyan dikir û wiha got: "Ji ber vê xizmetê DBP, PKK û HDPyî jê aciz bûn. Canê kurê min qulqulî kiribûn, benzîn rêtibûn ser wan û bi wesaîtê pelçiqandibûn. Min ji rûyê wî ew nas kir. Yên ku wiha kirine wê li hizûra Xwedê heseb bidin. Kurê min Misliman bû."
Gokgoz got ku kurê min li pey xwe zarokek 2 salî û jineke bi hemle hişt.
- "Ez ji kesên ku merivan rêtin kuçeyan gilîdar im"
Gokgoz di berdewamiyê de wiha peyivî: "Ez ji PKKyiyan, Selahettîn Demirtaş û Zubeyde Zumrutê gilîdar im. Ez ji kesên ku merivan rêtin kuçeyan gilîdar im."
- "Kurê min kose bû, loma min ew teşhis kir"
Oztekîn Dadak jî got ku kurê min Misliman bû loma hat kuştin û wiha got: "Piştî kuştinê serê kurê min pelçiqandin. Kurê min kose bû, loma min ew nas kir. Tenê pişta wî di 50 ciyan de hatibû kêrkirin. Bi wesaîtê di ser de derbas bûne."