ŞIRNAK
Berber Mesût Bîlîşîkê ku bi derfetên xwe 4 fîlm kişandiye, îcar dê li Stenbolê di fîlmekê de bilîze.
Berber Bîlîşîk bi fîlmê xwe yê bi navê "Derdê Bêderman" ku senaryoya wê jî wî nivîsandibû ket rojevê. Bîlîşîk daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku ji bo li Stenbolê di fîlmekê de bilîze jê re teklîf hatiye.
Bîlîşîk diyar kir ku derhêner Esat Şekeroglû ji bo ku di fîlmekê de wekî serleheng bilîze teklîf lê kiriye û wiha axivî:
"Ji ber ku bala min li ser sînemayê ye heta niha min 4 fîlmên profesyonel kişandiye. Fîlmê min ê dawî "Derdê Bêderman" bal kişand û ji min re ji Stenbolê teklîf hat. Derhêner Esat Şekeroglû ji bo ku di fîlmê wî yê bi navê "Fantoma Li Stenbolê Ye" de bilîzim teklîf li min kir. Xwedê bêje erê ez ê di vî fîlmî de bilîzim. Ji ber ku di vî fîlmî de cih daye min, ji derhêrner Esat Şekeroglû re sipasdar im. Ji bo ku Şirnaqê temsîl bikim çi ji destê min bê ez ê bikim."