TUNCELî
Li Ovacika navçeya Tûnceliyê ji bo çêkirina cihê kaşokê 3 meh beriya niha xebatan dest pê kir. Tê hêvîkirin ku navenda kaşokê hetanî sala pêş me bê amadekirin û ji bo welatiyan bê vekirin.
Midûrê Bajêr yê Spor û Xizmetên Ciwaniyê Şefîk Kara daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Tûnceliyê ji bo kaşokê cihê herî baş Ovacik e.
Kara wiha dewam kir: "Avahiya me dê 5 qatî be û 34 ode dê tê de hebin. Me di meha tîrmehê de dest bi çêkirina avahiyê kir. Li vê navendê cihên sporê, bêhnvedanê û xwarinê jî dê hebin. Li Ovacikê di mehên zivistanê de bi qasî qama mêrekî berf dibare."