DIYARBAKIR
Parlementerê Diyarbekirê yê HDPê Altan Tan: "Hemû alema Îslamê û Rojhilata Navîn dişewite. Filistîn, Misir, Rojava, Kerkûk û Xeze di serî de Xwedê Teala rihma xwe li ser her derê bibarîne"
Tan beşdarî fitara Kovara Nûbiharê ya ku di otelêkê de hat lidarxistin bû û li vir axivî. Tan destnîşan kir ku Kovara Nûbiharê rûmeta kurdan e.
Tan diyar kir 20 sal e ku ev kovar di îstiqameteke rast de dewam dike û wiha pê de çû: "Hemû alema Îslamê, Rojhilata Navîn dişewite. Filistîn, Misir, Rojava, Kerkûk û Xeze di serî de Xwedê Teala rihma xwe li ser her derî bibarîne. Xwedê Teala ji me re jî aştî û aramiyê nesîb bike û rêya jiyana hevpar li pêşiya me vebike."
Hevserokên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Firat Anli û Gulten Kişanak, Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê Racî Bîlîcî, Berdevkê Weqfa Perwerdeyê ya Zehrayê Abdûllah Şahîn û vexwendî beşdarî bernameyê bûn.
Anli û Şahîn di bernameyê de axaftinên xwe bi kurdî kirin.