Pêşnûmaya Zagonê ya Çarçoveya Pêvajoya Çareseriyê ya ku destûra biryarê dide Lijneya Wezîran di Lijneya Giştî ya TBMMyê de hat pejirandin.
Zagon ji bo ku teror biqede û civak li hev rûnê û der barê pêvajoya çareseriyê de rê û rêgezan diyar dike.
Xebatên ku dê hikûmet di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de bimeşîne di zagonê de wiha tên rêzkirin:
- Hikûmet ji bo ku teror biqede û civak li hev rûnê di qadên siyasî, aborî, civakî, çand, mafên mirovan, ewlehî û bêçekirinê de dê gavên ku hewce dikin diyar bike.
- Hewcedarî hebe dê bi saziyên navwelêt û derveyî welêt re pêwendiyan deyne û biryara xebatan bide. Ji bo van xebatan sazî û kesan wezîfedar bike.
- Ji bo endamên ku çekên xwe deynin dê tewdîran hilde û hewl bide ku vegerin malê û tevlî jiyana civakî bibin.
- Dê di çaçroveya verastkirinê de agahiyan bide raya giştî.
- Dê tewdîr û encaman bişopîne û di nav saziyan de kordînasyonê pêk bîne.
- Xebatên mewzûtê yên ku hewce dikin pêk bîne.
- Dê ji hêla hiqûq, îdarî û cezayê ve mesûl nebin.
Lijneya Wezîran berpirsiyar e ku der barê pêvajoya çareseriyê de biryaran hilde. Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de xebatên kordînasyon û sekreteryayê dê Misteşariya Ewlehiyê û Kamûyê bimeşîne.