Serokwezîr Ahmet Davutoglu piştî hevdîtina ku bi Serokwezîrê Îngilistanê Davîd Cameron re kir derket hemberî çapemeniyê û peyama ku ji bo Selahattîn Demirtaş berê jî gotibû dûbare kir û got: "Ez dîsa dibêjim, heke ev bangewazî bidomin, berpirsyarê her dilopa xwîna ku birije birêz Demirtaş e. Divê demildest dev ji van bangewaziyên xwe berde. Heke mûxalîfê qanûnê ye li Meclisê bila vê daxwaza xwe parve bike û siyaseteke demokratîk bike. Li Tirkiyeyê kî bixwaze dikare civînê bike û çalakiyê lidarbixe lewra ev heqê wan heye. Çiqas meriv kom bibin jî ewlehî û parastina wan jî wezîfeya me ye lê heke molotof bên bikaranîn nikarin bibêjin ku 'ez çalakiyeke aştiyane dikim'."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Serokwezîrê Îngilistanê Davîd Cameron li Avahiya navenda Serokwezîriyê hevdîtineke ku bi qasî saet û nîvekê ajot kirin. Piştî hevdîtina her du serokwezîr û şandeyên ku bi wan re bûn civîna çapemeniyê ya hevpar hat lidarxistin. Davutoglu û Cameron di civîna hevpar de daxuyanî dan û pirsên rojnamegeran bersivandin.
Davutoglu li ser têkiliyên navbera Îngilistan û Tirkiyeyê sekinî û got ku bi serdana Cameron ve ji bo hevdîtin û têkiliyan fersendên nû çêbûn û wiha dewam kir: "Ez ji ber têkiliyên ku di navbera Tirkiye û Îngilistanê de pêşve diçe pir kêfxweş im. Di navbera her du welatan de bazirganiyeke bi qasî 15 milyar dolaran tê kirin û dilê me heye ku em vê bazirganiyê derxin 19 milyar dolaran."
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku di 12 salên dawîn de bi qasî 7 milyar û 500 milyon dolarî ve sermayedariya Îngilîzan hatiye Tirkiyeyê û daxwaz jî ewe ku ev reqam zêde bibe û wiha pê de çû: "Ez ji birêz Cameron re ji bo ku piştgiriyê didin endamtiya me ya yekîtiya Ewropayê spas dikim. Fikr û ramanên Tirkiye û Îngilistanê him di mijara YEyê de û him jî di qeyrana aboriya kurewî de dişibin hev."
Davutoglu diyar kir ku li ser mijar û rûdanên ku li herêmê diqewimin jî sekinîne û axaftina xwe wiha domand: "Di hevdîtina xwe de herî zêde em li ser mijarên ku niha li Sûriye, Iraq û herêmê diqewimin û ji bo ewlehiya welatê me xwediyê bandoreke neyînî ne sekinîn. Tirkiye ji destpêke qeyrana Sûriyeyê heta niha dixwaze ku feraseteke siyasî ya ku vîna hemû xelkê ku li Rojhilata navîn in di nav xwe de bihewîne dixwaze. Em li ser rûdanên Iraqê jî sekinîn."