WASHINGTON
Li Waşîngtona paytextê DYAyê balafireke taybet a piçûk di ser xaniyekî de ketibû, di encama qezayê de hejmara miriyan derkete 6an.
Qeza li Gaîthersburga bajaroka girêdayî eyaleta Marylandê, danê nîvro qewimîbû.
Şefê Xilaskirin û Şewatê yê Agirkujiya Montgomeryê Steve Lohr diyar kiribû ku 3 kes di balafirê de mirine. Rayedaran eşkere kirin ku piştî vemirandina şewatê de di malê de lêkolîn kirin û hat dîtin ku 3 kes jî di xanî de mirin.
Rayedarên Îdareya Hewadariya Federal a DYAyê destnîşan kirbûn ku balafir beriya ketinê ber bi balafirgeheke piçûk a li herêmê dihat.
Der barê bûyerê de lêkolînên Lijneya Ewlehiya Gihandina Neteweyî dewam dikin.