DIYARBAKIR
Di mitînga HDPyê ya li Batmanê da pankarteke ku li ser "Heke em ji bendê derbas bin tav in, ewr in, şilî ne, lê ji bendê derbas nebin warê me çiya ne çiya" hat vekirin û welatiyên li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bertek nîşanî pankartê dan.
Pankarta ku do di mitînga ku li Kolana Turgut Ozal hat lidarxistin û Hevserokê Gişkî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş jî beşdar bû da hat vekirin bal kişand.
Hin nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî di pêvajoya çareseriyê da vekirina pankarteke ku tehdît tê ne rexne kirin.
- "Bi tirsê nabe"
Serokê Komeleya Lêkolîn û Tehlîlên Sitratejîk a Navneteweyî (USTAD) Ahmet Akgul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got li hêviyê ye ku di pêvajoya hilbijartinê da HDP bi zimanekî lihevkirinê biaxive, li rojavayê endam nîşandana wan zehf baş e.
Akgul got: "HDPyê di pêvajoya hilbijartinê her tim darê destê xwe nîşan da. Digot 'hûnê yan me ji bendê derbas bikin yan jî emê bûyeran derxin'. Ev gotin jî ji bo welatî, esnaf û xebatkarên herêmê yên ku bûyerên 6-8ê cotmehê dîtin wek tehdîdekê xanê kir û bû sedema tirsê."
Akgul wiha pê da çû:
"HDPya ku wek partî kete hilbijartinê divê ji hişmendiya tevlihev xilas bibûya. Bingeha wan qasî ji sedî 6-7 e, vê dizanin lê hewl didin ku bi tirsandinê ji 5ekî dîsa bistînin. Ev tiştekî exlaqî nîne. Di Pêvajoya Çareseriyê da jî tesîra Qendîlê li ser HDPyê hebû. Ev 3 sal e ku em dibînin naxwazin însiyatif di destê hikûmetê da be û ji bo vê jî hin bûyer derxistin. Qendîl her tim midaxeleyî siyasetê dike. Di daxuyaniyan da jî ev tê dîtin. Îro ji Qendîlê daxuyanî tên ku her kes raya xwe bideHDPyê."
Akgul der barê pankarta ku hatibû vekirin da jî wiha axivî: "Ev pankarta nîşandana darê zorê ye. Em vê ji bo rayxwestinê na ji bo tehdîdê rexne dikin. Em dixwazin ku HDP çawa ku li rojavayê bi zimanekê nerm xeber dide bira li rojhilatê jî bi heman zimanî xeber bide."
- "Ev pankarta giranî û girîngiya rewşê nîşan dide"
Parlamenterê Batmanê yê AK Partiyê Zîver Ozdemir got ku ew pankarta ku hat vekirin nayê qebûlkirin, çiya tu carî nebû çareserî û ji îro şûnda jî nabe çareserî.
Ozdemir destnîşan kir ku divê her kes bi nêrîneke çareserkirinê li mijarê mêze bike, tu kesî tehdît neke û bi vî awayî propangandaya hilbijartinê bike û wiha axivî: "Afîşên wiha yên ku tê da tehdîd hene hişmendiya veşartî ya hin kesan eşkere dike. Ewên ku gel dawetî çiyê dikin tu carî di dilê gel da nikarin cî bigrin."
Ozdemir diyar kir ku bi van afîşan va tirsandina welatiyan tiştekî rast nîne û wiha got: "
"Ev pankarta amûreke tundiyê ya li ser welatiyan e. Heke hilbijartinê vegerînin propagandaya ji bo şer ev tiştekî zehf xeternak e. Ji ber vê yekê divê hemû partiyên siyasî di tevgereke bi hişmendî da bin û vê ji alîgirên xwe ra îzah bikin. Lewra gava armanca aktorên siyasî ji gel ra xizmetkirin be divê bi zimanekê nerm, aştiyane propagandayê bikin. Pankarta ku di mitînga Batmanê da hat vekirin giranî û girîngiya rewşê nîşan dide."
- "Ev pankarta ji bo pêvajoya çareseriyê û hilbijêran tehdîd e"
Şêwirmendê Navenda Lêkolînên Aştiya Rojhilata Navîn a Navneteweyî (IMPR) û Hîndekarê zanîngehê Doç. Huseyin Şeyhanlioglu diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê da vekirina pankartên wiha tiştekî rast nîne.
Doç. Şeyhanlioglu bal kişand ku encama hilbijartinê ji bo HDPyê zehf jî girîng nîne û rewşeke wek "Ji bendê derbas bin jî derbas nebin jî armanca ewil çiya ne, xêncî çiyê û çekan çareserî tune" li holê tune.
Şeyhanlioglu wiha pê da çû:
"Hevsar di destê HDPyê da nîne di destê Qendîlê da ya. Ji ber ku HDP di tesîra Qendîlê da ye ji bendê derbas bike jî derbas neke jî Qendîl naxwaze çekan dayne. Ez difikirim ku PKK pêvajoya çareseiyê naxwaze, hewl dide ku zirarê bide sîstema siyasal a Tirkiyeyê. Qendîl di vê mijarê da Demirtaş jî rihet nahêle. Kî dikare bêje ku di eşkerekirina namzedên DHPyê da tesîra PKKyê tune? Qendîl partiyê bi serê xwe nahêle. Ji ber vê yekê her tim luleya tivingê ji çiyê dirêj dike û dibêje 'ez li vira me' û hebûna xwe tîne bîrê."
Şeyhanlioglu bal kişand ku HDP heman pankartê li rojavayê venake û wiha axivî:
"Demirtaş li rojavayê peyamên aştî, biratî, tirkiyeyîbûn û demokratîkbûnê dide lê belê li rojhilatê bi şantaj û tehdîdê dike. Polîtîkayeke durûtiyê bi kar tîne. Li rojavayê cuda xeber dide li rojhilatê cuda. Divê tirkiyeyîbûnê li rojhilatê jî nîşan bide. HDP vizyona demokrasî û tirkiyeyîbûnê nîşan nade."