ANKARA
Serokê eşîra babatê Hazim Babat ya li Şenobaya Şirnexê daxuyand ku ew bi malbatî piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê.
Hazim Babat li ser navê eşîra xwe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Ji bo piştgiriya pêvajoya çareseriyê me xwarinek da, lê di hin nûçeyan de ev xebata me bi nêteke din hat nirxandin. Malbata babatan jî wek malbatên din ên li herêmê ji bo yekîtiya dewletê û gel bi xwîna xwe û canê xwe ve têkoşînê dide. Ji eşîra me jî gelek şehîd û xazî hene û ev ji bo me şanazî ye."
Babat got ku ew çareseriyê dixwazin û wiha dewam kir: "Em ê her tim piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê. Wek eşîret ji vir şûn de jî em ê ji bo aştî û aramî pêk bê hewl bidin."