ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Filîstînê Mehmûd Abbas piştî civîna taybet a li Qesra Serokomariyê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.
Erdogan got ku di civînê de ew li ser pêwendiyên herdu welatan, pêşveçûnên herêmî, êrîşa li Fransayê, dagirkerî û êrîşên Îsraîlê sekînîne û ew hêvî dikin ku li herêmê aştiyeke mayînde pêk bê.
Serokomar Erdogan got ku divê mesela Filîstînê bê çareserkirin û wiha axivî: "Filîstînî bi dehan salane li welatên xwe li hember tevgerên dijî mirovahiyê dijîn. Bê dewlet in û divê ev tişt neyê qebûlkirin. Heta ev bêedaletiya dîrokî ji holê ranebe, di pirsgirêka Filîstînê de çareseriyeke adil, mayînde û berfireh ne mumkin e. Tirkiyeyê ji bo vê gelek hewl da û wê ji vir pê ve jî li cem birayên xwe yên filîstînî be."
Erdogan got ku bi Swedê ve hejmara welatên ku Filîstînê wek dewlet qebûl kirin gihîşte 135an û divê Îsraîl jî vê peyama civaka navneteweyî baş bibîne.
- "Konseya Ewlekariyê ya NYyê wezîfeya xwe nake"
Serokomar tevgera Konseya Ewlekariyê ya NYyê ya li hember Filîstînê jî rexne kir û wiha axivî: "Em dîbînin ku Konseya Ewlekariyê ya NYyê li hember tevgerên Îsraîlê yên li herêmê dibe sedema rageşiyê deng nake, wek mijarên din ên girîng bi vê re eleqedar nabe û wezîfeya xwe nake. Pêşnûmaya Filîstînê ya ku der barê heta 2017an divê dagirkeriya Îsraîlê ji holê rabe û bi bingeheke du dewletan ve pirsgirêk bê çareserkirin li Konseya Ewlekariyê ya NYyê de nehat qebûlkirin. Bi redkirina vê pêşnûmayê ve mixabin firsenda çareserkirina pirsgirêka Fîlîstinê û li herêmê aştiya mayînde ji dest çû. Ez dixwazim bibêjim ku li hember vê tevgerê xeyalên me şikestin."
Serokomar behsa êrîşên Îsraîlê yên li ser Herema Şerîf û Mescîda Aksayê jî kir û got ku parastina van deran ne bi tenê wezîfeya Filîstînê ye, divê hemû misilman li hember van êrîşan bibin yek.
Erdogan got ku divê Xezze ji nû ve bê avakirin û divê civaka navneteweyî ya ku digotin ew ê alîkariyê bişînîn û hê alîkarîyê nekirine alîkariyê bikin û wiha axivî: "Em bendêne ku civaka navneteweyî alîkariya xwîşk û birayên me yên li Xezze û yên li herêmên din ên Filîstinê bikin. Tirkiyeyê soz dabû ku 200 milyon dolaran bişîne û em wezîfeya xwe bi cîh tînin. Em hêvî dikin ku dagirkeriya Îsraîlê heman bidawî bibe û Filîstîna ku paytexta wê Qûdsa Rojhilat e, ya ku beriya 1967an bi awayekî xweser ava bibe."
- "Ez nizanim ew bi çi rûyî çû li wir"
Erdogan piştî civînê pirsên rojnamevanan bersivand û li ser pirsekî behsa êrîşa Parîsê û "Meşa Komarê" jî kir. Li ser pirsa beşdarbûna Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netanyahu ya Meşa Komarê ya li Parîsê jî Erdogan wiha axivî: "
"Ez ji we dipirsim hûn wî zilamê ku terora dewletê dike û li Xezzeyê bû sedema kuştina 2 hezar û 500 mirovan çawa dibînin? Wek ku mirov bikelecan benda wî bin destê xwe ji mirovan re ba dikir. Ez nizanim ew bi çi rûyî çû li wir. Ewil hesabê wan zarokan û jinan bide. Dîsa li Sûriyeyê jî 300-500 hezar mirov hatin kuştin. Ka dengê cihanê derdikeve? Em gelo ji bo vê gavekî diavêjin? Na. Waye li wir jî yekî terora dewletê dike li ser wezîfeyê ye. Li hember wî jî tu kes dengê xwe dernaxe. Bendêne ku bila kuştinan bidomîne. Ev tevger jî pir biwate ye. Kî ezîyeta vê dikşîne? Tirkiye, Lûbnan û Urdûn. Qasî 2 milyonan mirov li welatê me ne. Em li wan xwedî derdikevin. Dîsa li Lûbnanê milyonek, li Urdûnê jî qasî milyonekî. Li her sê welatan qasî 5 milyonan mirov hene û ev welat li wan xwedî derdikevin. Başe, heta niha civaka navneteweyî alîkariya me kirin? Na."
- "Bi gotinê ve kar nameş e"
Erdogan got ku civaka navneteweyî alîkariya wan nake û wiha axivî: "Ka li ku ne? Hema ji me re dibêjin 'Bi rastî hûn mazuvaniya 2 milyonan dikin ku ev karekî pîroz e û em we pîroz dikin.' Her tim vê dibêjin. Lê bi gotinê ve kar nameş e. Hinekî jî vî barî ji ser milên me hildin. Kes wiha dike? Na. Durûtiya Rojavayê li holê ye. Me wek misilman tu carê piştgirî neda terorê, neda komkujiyan. Lê, li pişt van qetlîeman nijadî, gotinên nefretê û îslamofobî heye. Ji kerema xwe bila ev welat bila nehêlin ku êrîş li ser mizgeftên me bên kirin. Ev hemû tahrîk in. Ev belasebep nayên kirin. Li ser alema îslamê lîstik tên lîstin û divê em vê jî bizanibin."