SÎÎRT
Li Sêrtê komeke rûyê wan nixûmandî li taxa Conkbayirê li ser kolana Şêx Suleyman li hev civiyan. Komê xwest ku ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemeza ku 2 sal berê li Parîsê hatibûn kuştin protesto bikin.
Di navbera komê û polêsan de rageşî çêbû. Ji komê jî hinekan kevir û molotof avêtin polêsan. Polêsan jî bi avê û xaza îsotê ve mudaxaleya komê kir.
Ji hêla din li ser kolana Cengîz Topelê jî polêsan ji 2 kesan re gotin 'bisekine' lê ew kesên ku nesekinîn û reviyan piştî demekî hatin girtin.
N.S û F.S yên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Ewlekariyê ya Sêrtê.