16 Sibat 2016•Rojanekirin: 17 Sibat 2016
AGRI
Li Rojhilatê Anadoluyê berf zêde dibare û ser xaniyan bi berfê ve tê nixumandin. Hin kes jî ji bo ku debara xwe bikin vê berfê paqij dikin û ji xwediyê malan pereyan distînin.
Li Elaşgira navçeya Agiriyê hin caran berf digîhîje mêtroyekî û jiyana welatiyan zehmettir dike. Ji bo ku berf baniyan xirab neke, nebe sedema qezeyan û nebe taluke hin kes zivistanê ji bo paqijkirina berfê dixebitin û wisa debara xwe dikin.
Kesên ku vî karî dikin kindirekî li pişta xwe girê didin û bi micifeyan ve ser xaniyan berfê paqij dikin. Bihayê vê paqijkirinê ji li gor mezinahiya baniyê malê diguhere.
Ekrem Yaziciyê ku li Elaşgirê vî karî dike ji nûçegihanê AAyê re got ku ew li gor mezinahiya baniyan 100 an jî 200 lireyan berfê paqij dike.
Yazici wiha axivî: "Îsal ji her salê zêdetir berf barî. Piştî ku berf disekine xwediyê avahiyan û kargehan dixwazin banê avahiyên xwe û kargehên xwe bidin paqijkirin. Em bazariya xwe dikin û paşê paqij dikin. Dema berf dibare em şa dibin, lewra em dixebitin. Her çiqas bitaluke be jî ji bo ku em hinekî pere qezenc bikin ev vî karî dikin."