Seda Tolmaç
09 Îlon 2025•Rojanekirin: 12 Îlon 2025
Bihayê xerca ji rêwiyên ku bi pasaporta Komara Tirkiyeyê wê herin dervayî welêt tê stendin, ji nû va hat eşkerekirin û bû 1000 lire.
Biryara Serokomariyê ya li ser mijarê di Rojnameya Fermî da hat weşandin û ket rewacê.
Li gor vê, kesên ku wê herin dervayî welêt êdî wê 1000 lire bidin.
Ji bo seferên dervayî welêt yên di nav 10 rojên piştî weşandina vê biryarê da, ji bo xercên ku berê bi mîqdara berê hatine dayîn wê tu xerceke zêde neyê stendin.
Bihayê xerca derketina dervayî welêt ya berê 710 lire bû.