İbrahim Toprak,Şahin Seçen
10 Îlon 2025•Rojanekirin: 16 Îlon 2025
"Hingivê Sasonê" ya ku li Sasona navçeya Batmanê tê rakirin ji hêla Saziya Marqe û Patentê ya Tirkiyeyê ba bi îşareta coxrafî hat tescîlkirin.
Qaymeqamtiya Sasonê ji bo ku hingivê Sasonê bi îşareta coxrafî bê tescîlkirin di sala 2023yan da serlêdan kiribû. Ji ber hildana îşareta coxrafî li walîtiyê bername hat lidarxistin.
Di bernameyê da Qaymeqam Furkan Başar belgeya tescîlkirina îşareta coxrafî teqdîmê Walî û Cîgirê Şaredar Ekrem Canalp kir.
Canalp got ku hingivê Sasonê ne tenê li Tirkiyeyê yek ji hingivên herî bikalîte yên cîhanê ye.
Canalp diyar kir ku parametreyên cuda yên ku kalîteya hingiv diyar dikin hene û destnîşan kir ku parametreyek herî girîng nirxa prolînê ya hingiv e.
Canalp da zanîn ku nirxa navborî curbicuriya nebatên erdnîgariya hingiv lê hatiye hilanîn û dewlemendiya nebatên wir nîşan dide û destnîşan kir ku nirxa prolîna hungivê Sasonê di navbera 1600-1700î da ye.
Canalp got ku "Ev hingivê me yê bikalîte êdî bi îşareta coxrafî hat tescîlkirin. Em bi serbilindî vê îlanî hemû Tirkiye û dinyayê dikin."