HAKKARİ
Bîlge Balcilar Gumuşa osmaniyeyî ya ku li Çigliya gundê Hekariya ya ser sînorê Iraqê mamostetiya pêşdibistanê dike, li vir bi mamosteyê Îngilîzî Yasîn Gumuş re zewicî.
Yasîn Gumuşê sêwazî û Bîlge Balcilar Gumuşa osmaniyeyî li gundê Çigliya li ser navçeya Çûkûrcayê hev du nas kirin û li vir zewicîn. Yasîn Gumuş 3 sal berê li Dibistana Navîn a gundê Çigliyê dest bi mamostetiya îngilîzî û Bîlge Balcilar jî 2 sal berê li dibistana Şehît Bînbaşi Erdogan Ozdemir dest bi mamostetiya pêşdibistanê kir. Herwiha her du mamosteyan li vir hev dû nas kir û biryara zewacê da. Mamoste Yasîn, li herêma ku mamoste naxwazin tayîn bibin evîna dilê xwe dît û pê re zewicî.
Mamoste ji malbatên xwe dûr, di nav şert û mercên dijwar de hewl didin ku zarokên gundê Çigliyê perwerde bikin. Mamosteyan çawa ku hev du dîtin dilên wan ket hev du.
Têkiliya mamosteyan nêzî salek dewam kir. Di vê maweyê de mamosteyan hev du nas kir û li ser destûra malbatên xwe 4 meh berê li herêmê zewicîn.
Yasîn Gumuşê ku li ser sînorê Iraqê dijî û mamostetiyê dike hestên xwe ji nûçegihanê AAyê re vegot.
Gumuş got ku xanima wî salek piştî wî tayînê gund bû û wiha dewam kir: "Piştî ku xanima min tayîn bû, belgeya tayînê anî dibistanê. Wê gavê ez li beşa îdareyê bûm. Gava ku çavê min bi wê ket min got jina ku ez pê re bizewicim ev e. Salek me hevaltî kir. Piştre jî em zewicîn. Ev 4 mehin em zewicandî ne û em gelek bextewar in. Gundiyan alîkarî da me. Heta xwestin ku em daweta xwe li gund bikin. Herwiha em him hinî şert û mercên gund bûn him jî hînê dibistan û xwendekarên xwe bûn. Her hebin her tim alîkarî didin me. Xwedê ji wan razî be hemû jî baş in. Edetên wek mêvandariyê yên ku li rojava êdî ji holê rabûne li vir hêj jî hene. Em li vir ji bo perwerdekirina zarokên xwe dixebitin."
Bîlge Balcilar Gumuşê got ku dema min bihîst tayîna min hatiye Çigliyê ez giriyam, dema ku nû hatim min gelek zehmetî kişandin.
Gumuşê got ku 2 salin li gund dixebite, li vir zewicî, bextewar e û wiha dewam kir: "Ez ji bo ku dihatim li vir digriyam. Lê piştî ku hatim li vir, min dît ku tu pirsgirêk tuneye. Niha em zehf rihetin. Gundî gelek baş in. Rihetiya ku me yê li rojava nedîta anha em li vir dibînin. Herwiha em zarokên vê herêmê perwerde dikin ev tiştekî zehf xweş e. Hempîşeyên me jî bila bê teredût bên herêmê."