MARDÎN
Li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê par hestiyên Abdurrahman Olcay ê ku di 1995an de hatibû binçavkirin û car din xeber ji wî nehatibû stendin hatin dîtin. Hestiyên Olcay ji Goristana Mezopotamyayê ya Kiziltepeyê hatin derxistin û teslîmî malbata wî kirin.
Ji Partiya DBPyê şaxên Mêrdîn û Batmanê partiyî, ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji nûnerên Dayikên Aştiyê û gelek welatî li wir amade bûn.
Mehmet Olcayê bavê Abdurahman Olcay der barê kurê xwe de axivî û wiha got: "Xwedê heqê me ji wan re nehêle. Bi salane em li kurê xwe digeriyan. Bê sûc û guneh em kuştin. Lê em ê dev ji vê bernedin û heta dawiyê em ê heqê xwe bigerin."
Malbata Olcay ji bo ku hestiyên kurê xwe li goristana Şehîdan a taxa Mobîlê defin bikin çûn Batmanê.
Li gundê Aysuna girêdayî Kiziltepeyê erd hatibû kolandin û li wir hestiyên 3 kesan hatibû dîtin. Lijneya Tipê ya Dadê ya Stenbolê piştî lêkolînê eşkere kiribû ku ji van hestiyan hinek ên Abdurrahman Olcay in. Olcay di sala 1995an de li navçeya Dargeçîtê hatibû binçavkirin û car din ji wî xeber nehatibû stendin.