Nihat Kavşut
12 Nîsan 2019•Rojanekirin: 14 Nîsan 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Dewleta ku herî dawîn di mijara komkujî û dîrokê da dersê bide Tirkiyeyê Fransa ye. Lewra em tiştên li Ruanda û Cezayirê qewimîn ji bîr nakin. Bira Fransa li dîroka xwe ya tarî binihêre û dersê nede Tirkiyeyê."
Çavuşoglu li Serîka navçeya Antalyayê li Herêma Turîzmê ya Belekê di Civîna Hevbeş ya Koma Taybet ya Behra Sipî-Rojhilata Navîn ya Rose-Roth ya 99emîn ya Asamblesa Parlamenteran ya NATOyê da axivî.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bal kişand ser pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û wiha peyivî: "Îro herî zêde pirsgirêka Rojhilata Navîn tesîrê li herêma Behra Sipî û Rojhilata Navîn dike. Ango çareserkirina pirsgirêka Filistîn-Îsraîlê ye. Ji xeynî çareseriyeke dudewletî çareseriyeke din aştî û hizûrê nayne Rojhilata Navîn."
Çavuşoglu destnîşan kir Îsraîla ku îro ji ber biryarên şaş yên rêvebiriya Amerîkayê cesaretê hildide divê dev ji helwesta xwe ya êrîşkar berde û demildest vegere çareseriyeke dudewletî û got ku Tirkiye bi temamî piştgiriyê dide pêvajoyeke wiha.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji ber ku Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê biryarnameya "24ê Nîsanê wek roja bîranîna komkujiya Ermeniyan îlan dike" îmze kir wiha got: "Dewleta ku herî dawîn di mijara komkujî û dîrokê da dersê bide Tirkiyeyê Fransa ye. Lewra em tiştên li Ruanda û Cezayirê qewimîn ji bîr nakin. Bira Fransa li dîroka xwe ya tarî binihêre û dersê nede Tirkiyeyê."