Bi navbeynkariya parêzerê Youtubeyê, Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (YBT) û hin parlementerên CHPyê ji bo ku qedexeya li ser Youtubeyê bê rakirin cuda cuda serî li DDByê dabûn.
DDB li ser hemû serlêdanan sekinî û biryar da ku girtina Youtubeyê binpêkirina azadiya îfadeyê ye.
Dadgeha Bilind piştî ku hincetê jî binivîsîne, ji bo binpêkirinê ji holê rabike biryara ku da jî ji Serokatiya Ragihandinê ya Telekomînikasyonê (SRT) û Wezareta Gihandin û Ragihandinê re dê bişîne.