ANKARA
Komxebata Pirsgirêkên Nûçegihaniya Kurdî û Pêşniyarên Çareseriyê bi mazûvaniya Anadolu Agencyê (AA) û tevkariya Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê û Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê li Salona Konferansê ya Anadolu Agencyê hat lidarxistin.
Di komxebatê de sê rûniştin hatin lidarxistin û her sê rûniştandinan de li ser mijarên cuda hat axaftin. Alk. Doç. Dr. Ercan Çaglayan serokatiya rûniştina sêyem kir. Di rûniştina sêyem de Alîkarê Rektorê Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Prof. Dr. Kadrî Yildirim, Endamê Perwerdeyê yê Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê Doç. Dr. Abdullah Kiran, Sernûçegihanê Nûçeyên Kurdî ya AAyê Ramazan Toprak digel Alîkarê Edîtorê Nûçeyên Kurdî ya AAyê Adem Balta axivî.
Alîkarê Rektorê Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Prof. Dr. Kadrî Yildirim li ser mijara "Feydeya Perwerdeya Kurdî ya li Zanîngehan a li ser Nûçegihaniyê" axivî.
Yildirim destnîşan kir ku di çarçoveya demokratîkbûnê de TRT 6, li zanîngehan beşên kurdî vebûn û AA jî bi kurdî weşanê dike û got ku piştgiriyê didin gavên ku xêra kurd û kurdî tê de heye.
Yildirim di axaftina xwe de qala xebatên zanîngehan ên li ser kurdî dixebitin kir û da zanîn ku 5 xwendekarên wan di bin banê AAyê de wekî pispor dixebitin û ew bi vê serbilind in. Yildirim wiha dewam kir: "Karê zanîngehan ew e ku materyalan amade bike. Divê di navbera ajansên xeber û saziyên ku bi edebiyata kurdî re eleqedar dibin de peywendiyeke erênî hebe."
- Divê sazî û ajans têkildar bin
Yildirim got ku divê xebatkarên ku di saziyên wek ajansan de dixebitin ji hêla termînolojî, rêziman, rastnivîsê di zanîngehan de baş bên perwerdekirin û wiha dewam kir: "Em dixwazin hikûmet li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê fakulteya ragihandinê a kurdî veke û min ev daxwaza ji birêz Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç kir. Piştî ku fakulte vebe em ê jî pisporên ku li Ewropayê, Tirkiyeyê perwerde bûne bînin û dest bi perwerdeyê bikin. Bi vî awayî mirov dikare ji bo ajansan xebatkaran amade bike."
Endamê Perwerdeyê yê Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê Doç. Dr. Abdullah Kiran jî li ser mijara "Di Nivîsandina Kurdî de Pirsgirêka Termînolojiyê" axivî.
Kiran got: "Ez li ser pirsa termînolojiyê dixebitim. Ev mijar gelek zor û zehmet e. Me 'Ferhenga Zanistên Civakî amade' kir."
Kiran diyar kir ku Anadolu Agency û TRT bi kurdî weşanê dikin û çapemeniya kurdî jî her ku diçe pêş dikeve û destnîşan kir ku dê ev xebat ji bo tengasî û kêmasiyên di vî warî de feydeyekê bide.
- Pirsa termînolojiyê gelek zehmet e
Kiran destnîşan kir ku li zanîngehê di lîsansa bilind de ji 100î zêdetir xwendekar hene û got ku di amadekirina vê xebatê de bi xwendekar û akademisyanan şêwirîm.
Kiran got ku mirov dema bala xwe dide erebî û tirkî dibîne ku di warê termînolojiyê de gelek pêş ketine. Lê di kurdî de ev rewş di her qadê de baş bi cih nebûne.
Kiran piştî zor û zehmetiyên amadekirina ferhengê ji termonolojiyê mînak dan û got ku dema wan ferheng amade kiriye bala xwe dane axaftina gel û di nav gel de çi tê xebitandin li gor gel peyv çêkirine û di ferhenga xwe da cih dane peyvan.
Sernûçegihanê Nûçeyên Kurdî ya AAyê Ramazan Toprak jî bal kişand li ser "Nûçegihaniya Kurdî û Tengasiyê Wê" û wiha got:
"Heke ku em bi awayekî kurt pênaseya nûçeyê wekî “şahidiya hemû lehzeyên jiyanê” bikin, wê çaxê em ê pirsgirêka sereke ya nûçegihaniya kurdî kifş bikin. An jî heke ku em di çarçoveyeka firehtir de lê binêrin, em ê bibînin ku bi kurdî xwendin û têgihêştina jiyanê çiqas dijwar û zehmet e. Kurdiya ku ev sedsal e di jiyanê de tu pratîka xwe tuneye, di siyasetê de nayê axaftin, di bazirganiyê de tu kargeriya wê tune û di qada çand, huner û edebiyatê de jî mehkûmê sînorekî teng e. Zimanê kurdî, piştî ku ev wextê dûr û dirêj di nava zindaneke tarî de derbas kir, niha bi talûkeya wendakirina hafizeya xwe ve rû bi rû ye û westiyaye."
Toprak bal kişand li ser pêşveçûna di warê teknolojiyê de û wiha dewam kir: "Di dinyaya îroyîn de teknolojî leza guhertin û guhastinê tayîn dike. Hema hema di hemû seheyan de pêşveçûnên nû çêdibin. Di roja me ya îro ya ku ev pêşveçûn adeta di nava misabeqeyekê de ne, heke ku zimanek, dûrî seheyê bimîne bi mirina wî re hemwate ye û zimanê kurdî, ji vê mirinê zêde zêde para xwe stendiye. Ji bo ku mirov bikaribe bi kurdî tenduristiyê, teknolojiyê, perwerdeyê, parastinê û dîplomasiyê binivîsîne û şîrove bike, divê mirov rêyeke bimeşeqet bimeşe û zêde zêde pratîk bike."
- Pêşniyarên çareseriya pirsa kurdî
Toprak wiha pê de çû: "Piştî van tesbîtan wekî pêşniyar ez dikarim van rêz bikim. Zimanê kurdî dikare di hemû qadên jiyanê de ber xwe bide û xwe ji nû ve înşa bike.Ji bo rewşenbîrê kurd ê ku di berhemên xwe de qala mezlûmiyeta civaka kurdan, çîrokên sirguniyê û qetilkirina çandê dikin êdî pêvajoyeke nû dest pê kiriye û divê êdî bikevin nava hewleke wisa, da ku zimanê ku hêmana sereke ya nasnameyê ye di nava gel de bê axaftin û belavkirin. Dibe ku di naverokê de temayên sirguniyê û qetlîamên çandî hebin, lê divê helwesta wan a sereke hizr, xwendin û nivîsandina bi kurdî be. Divê mirov ew qalib û biwêjên ku bi sedan salan di ziman û devokekê de hatine bikaranîn, bêjîng neke an jî nede ber seradê."
Di dawiya axaftina xwe de Toprak got: "Tirkiyeyê di van salên dawîn de guhertineke gelek mezin derbas kir. Miemele û kiryarên ku berhemên hişmendiya qedexexwaz, yekgir û rêbiriyê bûn, yek bi yek ji holê rabûn û radibin."
Alîkarê Edîtorê Nûçeyên Kurdî ya AAyê Adem Balta li ser mijara "Li Tirkiyeyê Rewşa Çapemeniya Kurdî" axivî.
Balta wiha got: "Em gava ku sektora medeyayê dinêhêrin, ev sektor him bi teknolojiye, him bi xebatkarên gihîştî him ji bi sermaye û sermayegirêdayînê re bi raste rast eleqeder û girêdayî ye. Di civatekî de bi tene sermaye têrê nake û divê sermayedar jî di sektore de saziyan ava bikin û sermayêyên xwe pêve girê bidin."
Balta bal kişand li ser sermaye nedanîn û qedexekirina zimanê kurdî û wiha dewam kir:
"Divê ez vê jî bibêjim bi tene sedem ne sermaye ye ku em derxinîn pêş, qedexkirina zimanê kurdî di vir de mijar û pirgirêkeke sereke ye. Lê ji ber ku ev astengî jî hêdî hêdî ji holê radibin divê em wan meseleyan bînin rojevê da ku çima di sektora taybet de medyaya kurdî xurt nîne? Di wê warê de dixwazim wê bibêjim heya ku karsaz dest navêjên wê meseleye di nav çapemeniya kurdî de rekabet dernekeve û medyaya kurdî jî di peş de naçe."
- Rewşa televizyon û rojnameyên kurdî
Balta destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hezar û 495 saziyên çapeminiyê (Televizyon û Radyo) hene û di nav van de bi tenê 28 saziyên çapemeniyê kurdî weşanê dikin, ji wan saziyan jî ji bilî TRT 6ê tu kanal 24 saaetan weşanê nake.
Balta got: "Li gor daneyên Saziya Îstatîstîk ya Tirkiyeyê, di sala 2012an de li Tirkiyeyê 185 rojnameyên neteweyî û 2 hezar 717 jî rojnameyên heremî hatin weşandin. Li Tirkeyeyê bi tene rojnameyek rojane bi kurdî derdikeve ew jî rojnameya Azadiya Welat e."
- Zimanê nûçegihaniyê
Balta diyar kir ku zimanê nûçegihaniyê gelek girîng e û wiha pê de çû: "Çava ku roman, çîrok, zanîst li gor xwe zimanêkî bi kar tînin, wek wan nûçe jî divê li gor rê û rêbazêkê bên nivîsandin. Di wê warê de me di Ajansê de teoriya Xatiya Ayşê derxist holê ku êm bixwînîn, fêm bikin û paşê jî ji Xatiya Ayşê re vebêjin. Ango dîvê nûçeyên ku tên nivîsindin hemû kes, ji zorokan bigrin heta kal, pîr û pisporên fêm bikin."
Di dawiya komxebatê de beşdarvan tevî mêvanan wêneyên bîranînê kişandin.
news_share_descriptionsubscription_contact
