08 Hezîran 2016•Rojanekirin: 10 Hezîran 2016
ANKARA
Wekîlê Giştî yê Petrikê Ermeniyên Tirkiyeyê Aram Ateşyan got, "Ew biryara ku Meclisa Federala Almanya der barê wan bûyerên ku di serdemên trajîkên Yekemîn Cenga Cîhanê da, qewimîne, di çavê milletê me da cihê xemgîniyê ye."
Ateşyan der barê biryara Meclisa Federala Almanyayê ya der heqê îdiayên ermeniyan da nameyek ji Serokomar Recep Tayyip Erdogan ra şand û tê da anî ziman ku bi wê biryarê gelekî xemgîn in.
Nameya ku bi "Rêzdar Serokomarê min" dest pê dikir, wiha didomiya, "Ew biryara ku Meclisa Federala Almanya der barê wan bûyerên ku di serdemên trajîkên Yekemîn Cenga Cîhanê da, qewimîne, di çavê milletê me da cihê xemgîniyê ye. Em weke Cemaeta Ermeniyên Tirkiyeyê, em bi dil û can destnîşan dikin ku hevbeşê xemgîniya we ne."
Ateşyan name wiha domand, "Petriktiya Ermeniyên Tirkiyeyê dupat dike ku bi girêka welatîbûnê bi dewletê va girêdayî ye û tiştê dikeve ser milê wê bê kêmasî bi cih tîne. Petriktiya me dezgeheke wisa ye ku ji xwe ra kiriye erk ku bibe tercumanê hestên xiristiyan-ermeniyên welatiyên Tirkiyeyê. Meqama petriktiyê li ser xeta xwe ya nerîtî ye û dizane ku ev helwesta wê, ê ne bi dilê hinek aliyan be."
Ateşya di nameyê da nivisiye ku gelê tirk û ermenî li ser erdnigariyeke hevpar dijîn û ew herdu milletê qedîm û cîranê hev, pêwîst e bi gotinên dijminayetî û nefretê ji hev neyên dûrxistin, ji dêvla ku dîrok polîtize bê kirin bila ji bo biratî aştiyê bixebitin."