Wekîlê Patrîkê Ermeniyan yê Tirkiyê Serpîskopos Aram Ateşyan çû welatê xwe Sîlvanê, li wir bi kulîlkan hat pêşwazîkirin.
Ateşyan ewilî çû Qeymeqamtîya navçeyê. Qeymaqamê Sîlvanê Berkand Sonmezay der heqê navçeyê de agahî da Ateşyan. Qeymeqam Sonmezay bi xatirê bîranîna serdana Ateşyan, tepsiyeke zîvîn ku li ser figura Pîra Malabadiyê heye dîyarî Ateşyan kir.
Sonmezay kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana Ateşyan anî ziman û got: "Sîlvan cihê hezkirin û xweşbiniyê ye."
"Em hatin ku biratî û hezkirinê xurt bikin"
Ateşyan diyar kir ku di 5 saliya xwe de bi xemgînî ji Sîlvanê veqetîyaye û niha jî bî dilşadî hatiye. Ateşyan got ku xwîşka min li Sîlvanê dijî û ez car caran têm serdana navçeya xwe.
Ateşyan di serdana xwe ya Sîlvanê de li ser têkiliyên Tirk û Ermeniyan jî sekinî û axaftina xwe wiha dewam kir: "Wextekê li ser van axan Ermenî û Tirk bi hev re jiyan e. Ji bo ku em dîsa bi hev re bijîn gav tên avêtin. Em hatin ku biratî û hezkirinê xurt bikin. Li navçeyê cihên dîrokî pir in. Li herêma Sîlvanê 8 dêrên Ermeniyan hebûn lê piraniya wan xirabûn çûn. Divê warên dîrokî bên parastin. Awahiyên li Sîlvanê yên dîrokî divê bi dinyayê bidin nasîn."
Ateşyan dêra di şikefta Hasunî de jî ziyaret kir.