Türkan Tosun
01 Tebax 2019•Rojanekirin: 02 Tebax 2019
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan biryarên Civîna Şûreya Eskerî ya Bilind pesend kir.
Serokomar Erdogan piştî civîna ku bi serokatiya wî hat kirin, biryar îmze kirin.
Li ser hesabê Medyaya Dijîtal a Erdogan wêneyên wî yên ku biryaran îmze dike hatin weşandin.
Korgeneral Selçuk Bayraktarogluyê Serokê Personelan ê Sererkaniyê biryarên Şûreyê teqdîmî Erdogan kir.
Dema Erdogan biryarên Şûreyê îmze kirin, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Sererkan Orgeneral Yaşar Guler jî li wir amade bûn.
Berdevkê Serokomariyê Kalin: "Jimara general û amîralên ku 241 e dê piştî 30yê tebaxa 2019an pê va bibe 233."
Generalek ji ber temenê xwe ji 1ê îlonê pê va, 47 general û amîral jî dê ji ber nebûna kadroyê ji 30yê Tebaxê pê va teqawid bibin.
Bi biryarên YAŞê ji Fermandariya Hêzên Bejayê Tumgeneral Îrfan Ozsert terfiyî korgeneraliyê bû.