Haydar Şahin
01 Tebax 2019•Rojanekirin: 03 Tebax 2019
Dêra Meryem Anayê ya 11 sedsalî ya li Tortima navçeya Erziromê ew ê sala pêşiya me were restorekirin.
Dêra bi destê Dawidê 3yan ê Qralê Bexdayê di navbera salên 976 û 1001î da li taxa Baxbaşiyê hatiye çêkirin û di nav gel da bi navê "Dêra Haholiyê" tê zanîn. Ji bo dêra dîrokî ji turîzmê ra vekin ew ê projeyê amade bikin.
Ew ê sala pêşiya me dest bi restorasyona avahiya di sedsala 19an da xistine mizgeft û navê wê danîne "Mizgefta Kevirîn" bikin, di avahiyê da şiklên şêr, qertel, girîfon û congeyan hene.
Walî Oktay Memîş li dêrê lêkolîn kir û ji rayedaran agahî sitand û daxuyanî da rojnamevanan. Memîş di daxuyaniya xwe da diyar kir ku restorasyona Dêra Oşwankê ya kurên Kuropalat Aderneseyê Qralê Gurciyan di sedsala 10î da li Çamlicaya taxa Uzundereyê çêkirine ew ê hetanî dawiya salê were temamkirin.
Memîş destnîşan kir ku ew ê ji bo restorasyona Dêra Meryem Anayê dest bi xebatan bikin û wiha axivî:
"Dêra Meryem Anayê jî wekî Dêra Oşwankê hema bêje di heman dîrokê da hatiye avakirin û gihîştiye roja me. Hezar sal e li piyan mane. Tebîeta herêmê xirab nebûye û rêyên wê jî rind in. Rewşa Dêra Meryem Anayê ji rewşa Dêra Oşwankê baştir e."
Memîş got ku ew ê dest bi restorekirina Dêra Meryem Anayê bikin û wiha pê da çû: "Înşaellah em ê sala pêşiya me dest bi restorasyonê bikin. Hin welatî vê derê wekî mizgeft jî bikar tînin."
Walî Memîş paşê derbasî Pazaryoliyê bû û li Çemê Çoruhê raftîng kir.