Bikirên ku li Bingolê hatin baxçeya cotkarekî, sewzeyên ku dixwazin bistînin, bi destê xwe ber hev dikin. Bi vî awayî cotkar jî ji mesrafa berhevkirinê xilas dibin.
Cotkareke ku li devera Kerwansarayê ya li ser rêya Bîngol û Erzirimê baxeçeyek îcar kir. Cotkar firingî, îsot, bacan û zebeşên ku çandibûn, bi bikiran dide berhevkirin. Bikirên ku tên dikevin nava baxçeyê, her wekî ku di baxçeya xwe de be, sewzeyan diçinin. Hem xwediyê baxçeyê hem jî bikir ji vê yekê gelek kêfxweş in.
Xwediya baxçeyê Fatma Akgok ji nûçegihanê AAyê re daxuyand û got ku welatî gelek eleqe nîşanê sepana "Sewzeya ku tu distînî, tu bixwe ber hev bike" didin.
Akgok got bikirên ku tên baxçeya wê, sewzeyên organîk û can, bixwe dibêjêrin û ber hev dikin. Akgok diyar kir ku di serî de bi fikra ku dê bikir zirarê bidin şitlan, hinek dudil maye û piştre li ser daxwazên zêde baxçeya xwe ji bo bikiran vekir.
Akgok got ku hem palehiyê bi bikiran didin kirin û hem jî sewzeyên xwe difiroşin.
"Berhevkirina Sewzeyan ya ji baxçê gelek xweş e"
Ayhan Baygunsurê ku ji bo berhevkirina sewzeyan hatibû baxçeyê got ku berhevkirina sewzeyên ji baxçeyê gelekî xweş e û wiha axivî: "Di baxçeyê de mirov bixwe diçine, ber hev dike. Sewze organîk in. Gava mirov dikeve baxçeyê, bêhna sewzeyan tê mirovî. Me xiyar, îsot û firingî ber hev kirin. Ji ber ku em ji xwezayê hez dikin, berhevkirina ji baxçeyê jî ji me re xweştir xuya dike. Em ji marketan kerixîne. Bi vî awayî em diçin rojên berê û zarokatiya xwe. Bi taybetî bêhna firingiyan zehf xweşê me çû."
Zekî Mutlu jî diyar kir ku ji bo hewcedariya sewzeyan ya malbata xwe hatiye li vir û got ku berhevkirina sewzeyên li vir gelek bi kêf e. Mutlu got ku welatiyekê çandiye û em jî ber hev dikin, karekî gelek xweş e.