BÎTLÎS
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Xurek, Çandinî û Ajaldariyê ya Bajêr, hat diyarkirin ku li gundên şarbon hat tespîtkirin, dest bi sepandina qerantînayê kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, piştî ku li gundên Otlûyazi û Yogûrtyemeza Exlatê, heywan li ser hev telef bûn, ji heywanan nûmûne hatin girtin.
Di daxuyaniyê de wiha hat dewamkirin: "Ekîbên me nûmûne şandin Midûriyeta Enstîtuya Kontrola Beytar ya Elazigê û tehlîlên wan hatin kirin. Piştî ku encam pozîtîf derketin, li herêmê dest bi derzîkirin û qarantînayê hat kirin. Piştre li gundên Çobansûyû, Aşagiyolak, Dîkme, Ûçankûş, Çeltîklî û Yaronuya girêdayê navçeya Çeltîkliya Bitlisê jî heman nexweşî hat dîtin. Bi derziya şarbonê 543 dewar û 180 pez hatin derzîkirin."
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gundê Kisikliya girêdayî Tatwanê jî rastî nexweşiyê hatin û ji bo heywanan derzî bikin, daxwaza aşiya bi tesir hat kirin.