ÎSTANBUL
Borsaya Stenbolê li gor girtina berê ji sedî 8,15 qîmet winda kir. Di vekirina borsayê de endeksa bankavaniyê ji sedî 9,55, endeksa holdîngan ji sedî 7,50 ket. Tenê yên ku perê xwe ji bo "madenkariyê" razandin ji sedî 6,51 kar kirin.
Duh piştî hilbijartinê ji ber ku tu partî bi serê xwe nebû îqtidar, analîst dibêjin tesîra nediyariya siyasî li ser piyasayê jî çêbû. Dolar heta niha ew qas zêde nebibû. Analîst dibêjin ku heta partî hikûmetê ava bikin, tesîra li ser piyasayan wê dewam bike.