KOCAELÎ
Li gorî encamên ne fermî li Kocaeliyê MHPyê 163 hezar û 612 deng, HDPyê jî 82 hezar û 422 deng wergirtin. Şûna namzedê MHPyê yê rêza 2yemîn Lutfu Turkkanê ku heta serê sibehê li pêşiyê bû, bi eşkerebûna encama sandoqên dawîn ve namzedê HDPyê yê rêza 1emîn Alî Haydar Konca mafê parlamenteriyê bi dest xist.
Li gor vê li Kocaeliyê dabeşiya parlementeran wekî AK Partî 6, CHP 3, MHP û HDP her yekî 1 encam da.
Ji hêla din, bi 80 parlementerî ve MHP û HDPyê li tevahiya Tirkiyeyê biqasî hevdu parlementer derxistin.