16 Gulan 2020•Rojanekirin: 16 Gulan 2020
Casim Budakê Şaredarê HDPyî yê Bajaroka Altinovaya li ser Korkuta navçeya Mûşê di çarçoveya lêpirsîna terorê ya der heqê wî da hat binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Mûşê da ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr Budak binçav kir û piştî kontrolên tenduristiyê ew birin cendirmeyê.
Miameleyên îfadeyê yên Budak didomin.
Di vê navberê da hêzên ewlehiyê li avahiya Şaredariya Altinovayê lêgerîn kirin.
Şûna Budakê ku Wezareta Karên Navxweyî ew ji peywir dûr xist Qaymeqamê Korkutê Hasan Sadebiyik hat peywirdarkirin.